H’emû nûçeSereke

Paşînyan û Elîyêv wê 9 ê gulanê beşdarî merasîma pêşkêşî roja Serkeftinê nebin: alîkarê Pûtîn

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv wê 9 ê gulanê li Moskvayê beşdarî merasîma pêşkêşî roja Serkeftinê nebin. Derheqa wê yekêda alîkarê serokê Rûsîyayêy Yûrî Ûşakov gotîye RÎA Novostîyê.

“Bi texmîn, serokwezîrê Ermenîstanê wê nikaribe beşdarî merasîmê bibe.Lê vê carê Elîyêvê jî beşdar nebe.Cara dawî ew deh roj pêşda hatibû Moskvayê û hevdîtinên nêzîk  di navbera herdu serokada pêk hatine. Bi wê yekêva tevayî, merasîma pêşkêşî  Heydar Elîyê li Adirbêcanê tê derbazkirinê”,- Ûşakov gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button