H’emû nûçeSereke

Mohbêr wê bi awayekî demkî erkên serokkomarê Îranê cîh bîne

Alîkarê yekem yê serokkomarê Îranê Mohamêd Mohbêr wê bi awayekî demkî erkên serokkomarê Îranê Îbrahîm Raîsî ku di qezîya firokeyê de jîyana xwe ji dest da, bi cîh bîne.Ajansa ISNA ya Îranê roja 20 ê gulanê ev yek ragîhandîye.

Hatîye diyarkirin ku li gorî destûra bingehîn ya Îranê, heta hilbijartinên nû yên serokkomarîyê wê nava 50 rojan de erka xwe bi cîh bîne.

“Li gorî madeya 131 ê ya qanûna bingehîn ya Îranê, cîgirê yekem wê serokkomar erkên serokkomarîyê bi dest bixe û encûmena ku ji serokên meqamên yasadanîn û dadwerî û cîgirê serokkomar pêk tê divê di heyama 50 î rojîda hilbijartina serokkomarê nû organîze bike” ,- peyamê de hatîye gotin.

Hilbijartinên serokatîyê dikarin di meha hezîran-tîrmehê de bên kirin, divê lijneya taybet ya ji sê kesan pêk tê bê kirin.

Kanala Press TV jî zêde kir, hukumetê jî piştrast kirîye ku ew ê bê astengî tevbigere.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button