SerekeSîyasî

Plasşêrt: em xwazyar in rojeke nû bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bê dîyarkirin

Nûnera taybet ya sêkrêtarê giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê radigihîne: “Ew dixwazin rojeke nû bo hilbijartinan bê destnîşankirin ku çar mehan derbas neke, bi şertê ku kursîyên kotaya pêkhateyan bên vegerandin”.

Nûnera taybet ya sêkrêtarê giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê Janîn Plasşêrt rapora xwe ya dawî li encûmena asayîşa navdewletî li ser rewşa Îraqê raber kir û ragîhand, Îraq ji ber cîhê xwe yê erdnîgarî welatekî xwedî derfetên mezin e.

Plasşêrt amaje bi wê kir, Îraq li gorî berî 20 salan, guhertineke rîşeyî lê rû daye û gavên baş diavêje, lê dîsa jî kêşe hene û sazî û dezgehên wê ne ew qas başin ku divê li Îraqê guhertin bê kirin.

Herwiha got, li Iraqê gendelî, destêwerdana leşkerî û komên derqanûnî hene. Hukumet berdewam e ji bo nehîştina vê destêwerdanê, lê dem ji bo wê pêwîst e.

Plasşêrtê got: “Rêveberên piranîya parêzgehan di hilbijartinên encûmenên parêzgehên Îraqê de hatin hilbijartin. Lê heta niha parêzgarên Kerkûkê û Dîyalê nehatine hilbijartin û ev jî ne tiştekî sosret e û dikare bi têgihîştina sîyasî û lihevkirinê çareser bibe”.

Nûnera taybet ya sêkrêtarê giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê behsa hilbijartinên parlamêntoya Kurdistanê kir û got: “Yek ji partîyan nîgeran bû û biryar da ku beşdarî hilbijartinan nebe, lê em dixwazin hilbijartinên şefaf û berfireh ku her kes tê de beşdar bibe bê kirin, ji bo rewatîyê bidin sazîyan. Hêvîdar im di çend rojên bê de, rojeke nû bo hilbijartinan bê destnîşankirin ku çar mehan derbaz neke, bi şertê ku kursîyên kotaya pêkhateyan bên vegerandin”.

Derbarê rewşa Şengalê de jî Plasşêrtê eşkere kir, Şengal hîna wêran e û rêkeftina Şengalê nehatîye cîbicîkirin, koçber dixwazin pirsgirêkan çareser bibin û vegerin warên xwe. Girîng e rêkeftina Şengalê bê cîbicîkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button