H’emû nûçeSereke

Tîzêra fîlma “Birêz Aznavûr”  ya li ser Şarl Aznavûr ji xwe li ser înternetê ye /vîdyo/

Fîlma “Birêz Aznavûr” ku bi boneya sedsalîya şansonîyeyê navdar Şarl Aznavûr hat çêkirin û temaşevan li benda wê bûn, wê di 23 ê cotmehê raberî hunerhezan bê kirin.

Li gorî “Armênprêss”ê, tîzera fîlmê berê li ser înternetê ye.

Fîlmê de, Şarl Aznavûr bi lîstikvanê navdar Tahar Rehîm ku Aznavûr bi xwe nas dikir, dilîze. Rehîm bi esilê xwe ji Aljîrê ye. Di fîlma Fatîh Akin ya bi navê “The CUT” de rola Nazarêt Manûkyan dilîze. Lîstikvan du cara xelata “Sêzar” e, wî jî xelata “BAFTA” û “Globûsa zêrîn” wergirt.

Fîlma “Birêz Aznavûr” behsa wê yekê dike ku di salên 1950 a de, Şarl Aznaûr, bi derbazkirina hemû astengîyên ku bi salan li pêşîya wî bûn, karîbû bighîje naskirinê û bi berhemên xwe yên gîyanî dilê mirovan xweş bike.

Her wiha behsa jina ku di jîyana Aznavûr de roleke mezin lîstîye, stranbêja navdar Êdîta Pîyaf, nasîn û dostanîya wan ya ku heta dawîya jîyana Pîyafê dom kirîye, hate kirin.

Prodyûsêr Jan-Raşîd Kalûþ, ku mêrê keça Aznavûr Katya Aznavûr e, got ku stranbêj di dema jîyana wî de destûr daye ku li ser wî bîyografîkek bê çêkirin. Fikra wî ev bû ku fîlim li ser beşa yekem ya jîyana wî, “ji sifir heya navdarîyê” bisekine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button