H’emû nûçeSereke

Li parlamentoya  Avropayê ji ber doza bandora Rûsyayê lêgerîn hat kirin

Rojnameya Der Spiegel ya almanî ragîhand ku di çarçoveya lêpirsîna li ser bandora Rûsyayê ya li ser byûroya parlamentoya Avropayê ya Bryûsêlê û Strasbûrgê de lêgerîn hatîye kirin.

Li gorî rojnameyê, lêgerîn bi dosyaya portala nûçeyan ya alîgirên Rûsyayê ya Dengê Avropayê ve girêdayî ye, ku wekî ku tê piştrast kirin, di navenda opêrasyona bandora Rûsyayê de ye.

Bi taybetî, lêgerîn li ofîsa xebatkarê parlamêntarê hollandî Marsêl de Graaf Gîyom tê kirin, ku berî wê jî bi parlamenterê altêrnatîv ji bo Almanyayê Maksîmîlîan Kra re kar dikir.

Serdozgerîya Bêlçîkayê lêgerîna “beşek ji dosyaya destwerdan, gendelîya pasîf û beşdarbûna rêxistina sûc” bi nav kir. Li gorî dezgeha cî bi cîkirina qanûnê, lêgerîn bi “nîşanên destwerdana Rûsyayê” ve girêdayî ye, di encamê de bi endamên parlamêntoya Avropayê re têkilî danîne û pere dane wan ji bo ku bi rêya malpera nûçeyan ya Dengê Avropayê propagandaya Rûsyayê bikin.

Serokwezîrê Bêlçîkayê Alêksandr dê Kroon, berîya wê derbarê lêpirsînê de agahî da. Li gorî wî, îstixbaratê hebûna tora ku hewl dide piştgiriya Ûkraynayê di Yekîtîya  Avropayê de asteng bike piştrast kirîye. Wî her wiha da zanîn ku endamên parlamentoya Avropayê ji bo ku propagandaya Rûsyayê bikin serî li wan dan û pere  raber kirin.

 “Li gorî îstîxbarata me armancên Moskvayê dîyar in. Armanc ew e ku di parlamêntoya avropî de bêtir namzedên alîgirê Rûsyayê bên hilbijartin û di wê sazîyê de vegotinek  dijî Rûsîyayê xurt bikin”,- dê Kroo gotîye.

Lêgerînên li parlamenta Avropayê du heftê berîya hilbijartinên  hemavropa pêk hatin, hilbijartin di 6-9 ê hezîranê de ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button