H’emû nûçeSereke

Kûrbûna têkilîyên Ermenîstanê û Yekîtîya  Avropayê ji bo herêmê pir girîng e: Con  Înyarîtû

Kûrbûna peywendîyên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê ji bo ewlekarî û kûrkirina herêmê û bi taybetî bo Ermenîstanê pir girîng e. Ev xurtkirina pêwendîyan dikare wek gaveke stratêjîk ji bo pêşxistina îstîqirar û geşepêdana aborî, di heman demê de bihêzkirina sazîyên Ermenîstanê û nêzîkkirina wê ji pîvan û nirxên Avropayê re  bê dîtin.

Derheqa wê yekêda parlamêntvanê Kongrêsa Îspanîyayê, Con Înyarîtûn wextê hevpeyvîneke bi “Armênprêss” ê re gotîye.

Li gorî Con Înyarîtû, civîna bilind ya Ermenîstanê, Yekîtîya Avropayê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîye 5 ê nîsanêye li Bryûsêlê ji bo pêşdebirina rojeva hevpar, girîng bû.

“Tevlîbûna aktorên sereke yên navneteweyî, wek Yekîtîya Avropayê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, li hemberî alozîyên herêmî, bi taybetî îhtîmala pevçûyîneke bi Adirbêcanê re kêm dike. Bi beşdarkirina zêdetir alîyên peywendîdar yên navneteweyî di dîyalogê de, hewlên kolêktîv yên mezintir têne kirin ji bo dabînkirina îstîqirarê û rawestana li ber êrîşên Adirêcanê”,-parlamêntvan gotîye.

Bi dîtina wî, Ermenîstan, wek welateke dêmokratîk ku bi şaristanîya Avropayê ve girêdayî çand û dîrokî ye, dê sûdeke girîng ji pêwendîya zêde ya bi Yekîtîya  Avropayê re bigire, ku pêrspêktîvên aborî yên Ermenîstanê bi bazirganî, veberhênan û piştgirîya Avropayê berfireh dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button