H’emû nûçeSereke

Heta sala 2029 a li Ermenîstanê wê sê stadyonên fûtbolê çêkin: serokwezîr

Heger FIFA îdîaya hevpar ya Ermenîstanê û Gurcistanê ji bo mazûvanîya çêmpîyonîyê erê bike, divê heya sala 2029 a li Ermenîstanê sê stadîyon bêne çêkirin, ku dê standartên navneteweyî bicîh bînin û bibin mêvandarîya çêmpîyonîya fûtbolê ya ciwanan ya cîhanê ya  sala 2029 a.

Li gorî nûçeya “Armênprêss”ê, serokwezîr Nîkol Paşînyan di civîna 6 ê hezîranê ya hukumetê da gotîye.

Li gorî wî, Ermenîstan û Gurcistan  ji bo mazûvanîya çêmpîyonîya ciwanan ya cîhanê ya sala 2029 a serlêdana hevpar  raberî FIFA ê bikin.

 “Li ser vê mijarê par li Batûmîyê li ser pêşnîyara fêdêrasyonan me li hev kir. Ez kêfxweş im ku pêvajo di rewşeke normal de ye. Niha divê em heta sala 2029 a li komarê sê stadîyon ava bikin, ku li gorî pîvanên lidarxistina çêmpîyonîya cîhanê bin. Divê yek ji wan stadîyoneke heta 35 hezar temaşevanan be, du yên din jî herî kêm 10 hezar temaşevanan be”.

Wezîra  perwerdê, çandê Janna Andrêasyanê jî da zanîn ku li Vanazorê û Îcêvanê îhtîmala ku stadîyonên bi vî rengî hebin, hat axaftin.

“Ji xeynî vê em behsa ji nû ve avakirina stadîyona heyî ya li Vanazorê dikin ku xebatên pêşdîzaynkirina wê dest pê kirine.

Li Îcêvanê, qada stadîyona ku berê dixebitî tê nirxandin.

Û em di nav bajarê akadêmîk de stadîyoneke mezin dihesibînin, ku divê  sala 2029 a de amade bibe”,- Andrêasyanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button