H’emû nûçeSereke

Zaxarova tenê derewa dike: tu şandek neçûye Ûkraynayê: ez derewan şîrove nakim: Alên Sîmonyan

Ez  derewa şîrove nakim. Serokê parlamêntê Alên Sîmonyan di axaftina xwe ya li gel rojnamevanan  behsa vê yekê kir û amaje bi wê yekê jî kir ku nûnera wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîya Zaxarova bang li parlamentarên Ermenîstanê kirîye lîsteya kesên ku tê îdîakirin li Bûçayê hatine kuştin, ku ji alîyê Kîêvê ve radestî parlamentaran hatîye kirin.

 “Herwiha got ku hinek şande çûne Ûkraynayê.Şandek ji Ermenîstanê neçûye, lê ez dikarim ji xanim Zaxarovayê, yan jî ji wezîreta karên  der daxwaz bikim ku wek nimûne, navên zêdetirî 200 ermenîyên ku di opêrasyonên leşkerî yên vê dawîyê de li Qerebaxê mirine, ragihînin. Ez dikarim navê zêdetirî 100 hezar penaberan bidim, eger eleqedar bin, li herêma ku lê xebatên aştîparêzîyê li dar dixistin.

Bi giştî ez li ser bêbextî û derewên ku jixwe bûne rêbaza xebatê şîrove nakim. Ew tenê derewa dike”.

Çavdêrîya ku qeymeqamê Nor Norkê çûye Ûkraînayê, Alên Sîmonyan bi îronîk bersiv da: “Ez ê bigihînim qeymeqamtîya Nor Norkê, qeymeqamtîya Nor Norkê wê bi fermî bersiva nûnertîya wezîreta Rûsîyayêye karên  bide. Ez soz didim ku qeymeqam dê bersivê bide yan jî binivîse. Dibe ku mêrê cînara me jî çûbe Ûkraînayê.Tu wekîl nikare biçe derekê û kes jî hay jê nabe, bila komeke wekîl jî hebe. Ev derew e, derew e”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button