H’emû nûçeSereke

Paşînyan Vladîmîr Pûtîn û Mîxayl Mîşûstîn pîroz kirine

Serokwezîr Nîkol Paşînyan roja Rûsîyayêra girêdayî, serokê Fêdêrasîyona Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn û serokwezîrê Fêdêrasîyona Rûsyayê Mîxayl Mîşustîn re peyamên pîrozbahîyê şandîye.

Agahî ji alîyê ofîsa serokwezîrtîyê ve hatîye ragîhandin.

Bi taybetî di peyama ku ji Vladîmîr Pûtîn re hatîye kirin  tê kivşkirinê :

“Ev roja girîng di dîroka nêzîk ya Rûsyayê de sembola daxwaza rûsan e ku di dîroka welatekî xwedî dîrok, çand û kevneşopî de qonaxeke nû ya sîyasî vekin. Ez bawer im ku têkilîyên bi sedsalan yên di navbera Ermenîstanê û Rûsîyayê de, ku li ser bingehê prînsîpên wekhevîyê yên bêhejmar û li ber çavan e û berjewendîyên gelên her du welatan li ber çavan digirin, wê ji niha û pê ve bi rengekî avaker pêşve biçin û bibe alîkar ku têkilîyên dualî  xurt bibin, hevkarîya piralî di hemû warên berjewendîya hevbeş de”.

Û di axaftina xwe de ji Mîxayl Mîşûstîn re, Paşînyan bawerîya xwe anî ziman ku hevkarîya her du alî û piralî ya di navbera hukumetên Ermenîstanê û Fêdêrasîyona Rûsyayê de, ku li ser bingeha kevneşopên kevnar yên rêzgirtina dualî ye, wê di warê bazirganîyê, aborîyê, zanistîyê, têknîkîyê de pêşve biçe , rêgezên mirovahî  hem ji hêla dualî hem jî piralî ve di warên din de ji bo berjewendîya gelên Ermenîstanê û Rûsyayê.

Roja Rûsîyayê cejneke neteweyî ye ku  30 salî zêdetire 12 ê hezîranê tê pîroz kirin. Di vê rojê de  sala 1990 de, parlamêntarên gel yên Rûsîyayê di yek ji kongreyên xwe de dêklarasîyonek li ser serwêrîya dewleta Rûsyayê pejirand, ku bû bingeha rêformên destûrî û bû xala wê ya destpêkê. Li Rûsyayê rojek ne kar e.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button