H’emû nûçeSereke

Dezgeha înfazê ya Ermenîstanê bi fermî tevlî EuroPris  bû

Dezgeha cezayê ya wezîreta dadê ya Komara Ermenîstanê bi fermî tevlî EuroPris (Rêxistina avropî ya girtîgeh û sazîyên çaksazîyê) bû.

Li gorî nûçeya “Armênprêss”ê, wezîreta dadê da zanîn ku serokê sazîya cezayê  Ambakûm Grîgoryan ji bo tevlîbûna sazîyê serlêdana serokê rêxistinê kirîye. Grîgoryan di serlêdanê de rewşa heyî ya xizmeta înfazê, plan û rêgezên rêformên plankirî, pêşketinên wan û hêvîyên tevlîbûna rêxistinê pêşkêş kir.

Di lijneya rêveber ya EuroPrîsê de, serlêdana cezaya ya tevlîbûna rêxistinê bi yekdengî hat qebûlkirin.

Rayedarên înfazê yên 39 welatên endam yên herêma Konsêya Avropayê endamên sazîyê ne, ku toreke berfireh ya pevguhertina pratîkên herî baş ava kirine.

Endametiya EuroPris dê gelek avantajên ji bo xizmeta cezayê ya wezîreta karên navxweyî ya Komara Ermenîstanê peyda bike, di nav de fersendên damezrandina têkilîyên navneteweyî di navbera pispor û rêvebirên girtîgehên civaka avropî, sîstêma agahdarîya girtîgeha avropî) û pergala rêveberîya zanînê) gihîştina ji databasên çavkanîyên sereke re, di komên pispor de li ser beşdariya mijarên têkildar yên girtîgehê de çalak in.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button