H’emû nûçeSereke

Dêlêgasîya Ermenîstanê wê beşdarî pêşbirka navneteweyî ya “Bazara Slavyanskî” ê ku îsal li Bêlarûsê tê lidarxistin, nebe

Ji ber daxuyanîya serokwezîrê Ermenîstanê ya li ser bidawîkirina peywendîyên fermî yên di navbera Komara Ermenîstan û Komara Bêlarûsê de, dêlêgasîya fermî ya Ermenîstanê ya pêşbirkê biryar da ku neçe Bêlarûsê û beşdarî pêşbirka salane ya bi prêstîj nebe. Pêşbirka navneteweyî “Bazara Slavyanskî 2024” ku wê îsal di navbera 8-18 tîrmehê de li Bêlarûsê bê lidarxistin. Di vê derbarê de News.am ji kolêja çand û hunerê ya dewletê ya Yêrêvanê ya bi navê Şarl Aznavûr agahdar dibe.

Hemî gelên cîhanê bi yek zimanî -çandê têne yek kirin, ji ber vê yekê ne mimkûn e ku meriv têkilîyên çandî yên ermenîya-bêlarûsa yên ku bi salan hatine damezrandin nenirxînin.

Em hêvîdar in ku alozîya sîyasî ya hatîye efirandin di demek nêzîk de bi hezkirin û hevgirtinê çareser bibe û têkilîyên dostane yên di navbera her du gelan de berdewam bin.

Em bînin bîra xwe ku nûnerên Ermenîstanê di pêşbirka ” Bazara Slavyanskî”  de îsal stranbêj Syûzanna Mêlkonyan, ku di gelek pêşbirkan de serketî ye û Yana Stêpanyan 9 salî bûn.

Vrêj Kîrakosyan, serokê dêlêgasîya fermî ya Ermenîstanê ya pêşbirka navneteweyî ya salane ya bi prêstîj “Bazara Slavyanskî”, rêvebirê kolêja çand û hunerê ya dewletê ya Şarl Aznavûr li Yêrêvanêye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button