H’emû nûçeSereke

Komîsyona Vênêtîkê û Konsêya Avropayê li ser projeya “Derheqa li ser netewên kêmjimar” nêrîneke hevpar  raber kirine

Di rûniştina giştî ya 139 a komîsîyona avropî ya “Dêmokrasîya bi hiqûqê” (Komîsîyona Vênêtîkê) de, nêrîna hevpar ya komîsîyona Vênêtîkê û midûrîyeta dêmokrasî û rûmeta mirovî ya Konsêya Avropayê li ser pêşnûmeya qanûna “Netewên kêmjimark” hat pejirandin. Ji wezîreta edaletê ya Ermenîstanê daxuyanî da News.am ê.

Rêvîzîyona pêşnûmeya qanûna “Derbarê netewên kêmjimar” ya ji alîyê wezîreta dadê ve, di plana çalakîyê ya sala  2023-2025 a de ya ku ji stratêjîya neteweyî ya parastina mafên mirovan derdikeve pêş çavan.

Di projeyê de mafên kesên ku mensûbê hûrgelên netewî ne di warên cuda yên jîyana giştî û taybet de û hincetên pêkanîna wan, erkên sazîyên dewletê yên di warê garantîkirina van mafan de, her wiha zemîna avabûn û xebata rêxistinê hatin dîyarkirin.

Komîsîyona Vênêtîkê û midûrîyeta dêmokrasî û rûmeta mirovî ya Konsêya Avropayê, hewldanên Ermenîstanê yên ji bo jinûve destpêkirina pêvajoya verastkirina pêşnûmeyê silav kirin û destnîşan kirin ku ew ê tevkarîyê li qanûnên Ermenîstanê yên li ser mafên hûrgelên neteweyî bi standardên navneteweyî re bikin.

Di raya hevbeş de, di derbarê projeyê de gelek pêşnîyar hatin raberkirin, ku girêdayî têgeha hûrgelên netewî, çarçoveya wan, garantîya azadîya bikaranîna zimanê xwe û mafê perwerdeyê, rêgez û erkên encûmena netewên kêmjimar.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button