H’emû nûçeSereke
17 pira, 2 tûnêl, 32 klomêtr rê: hûrgilîyên çêkirina rêya Kacaran-Agarakê ya rêya Bakûr-Başûr (vîdyo)

“Dezgeha rê” hûrgilîyên çêkirina beşa Kacaran-Agarak ya Tranş-4 a rêya Bakûr-Başûr eşkere kir.
Rêya 32 kîlomêtrê, 17 pira bi dirêjahîya 3 kîlomêtrê, 2 tûnêl bi dirêjahîya kîlomêtrê, 5 xaçerî wê bên çêkirin.
Avakirin ji alîyê koma navdewletî ya Abad Rahan Pars û Tunel Sadd Ariana JV ve, ku ji du rêxistinên îranî pêk tê, serperîştîya têknîkî ji hêla înstîtûta xorvatî IGH, pargîdaniya hevbeş ya lêkolîn û pêşvebirina endezyariya medenî ve tê kirin.
Proje bi fonda îstîqirar û pêşketinê ya Avrasîyayê ya Komara Ermenîstanê û banka pêşketinê ya Avrasîyayê tê meşandin.
Proje ji alîyê fonda “Dêpartamênta rê” ve tê meşandin.







