Wezîrê Îsrayêlêyî karên der Îsrayêl Kas nerazîbûna xwe elamî cîgirê baylozê Tirkîyayê kirîye.Ew yek piştî wê bûyarê qewimîye, dema ku baylozxana Tirkîyayêye li Têl Avîvê bona bîranîna rêberê HAMAS ê Îsmayîl Hanîê ala xwe anîye xwerê.
“Îsrayêlê bona kirina şîna Îsmayîl Hanîêyê merivkuj tu tiştî qebûl neke”,- nava elametîya Kasda hatîye gotinê.
“Heger wekîlên baylozxanê dixwezin şînê bikin, bila herine Tirkîyayê û tevî xudîyê xwe Êrdoxan şînê bikin, yê ku piştgirîyê dide organîzeya têroîstîye HAMAS ê û begemîya xwe dide hemû kirinên wê”,-Îsrayêl Kas gotîye.
Wezîrê Îsrayêlêyî ewlehkarîya miletîyê Îtamar Bên Gvîr elam kirîye,wekî xebatkarên baylozxanê dikarin alê derxin û paşda vegerine malê.
Wekîlê admînîstrasîya serokê Tirkîyayê Ferhedîn Altûn jî nava malperên sosîyalîda bersiva wezîrê Îsrayêlêyî karên der daye. “Merivkujê bi pisîxolocî nexweş, li vir binihêre.Dema ku tu bi devê xweyî ku xwîna merivên bêsûc dimije, navê Receb Tayîb Êrdoxan didî,emê piştgirîyê diha zêdetir berdewamkin û zêde li rex wî bisekinin. Serokê me û welatê me ji merivkujên mînanî wî tu tiştî hîn nabin.Rojekê hûnê ese bersiva bona kuştina xwîşk û birayên meye felestînî û komkujîya weye mîyaserkirî bidin”,- xeberên Altûn çapemenîya Tirkîyayê bi vî cûreyî raber kirîye.