Paşkoyê Serbazî yê balyozxaneya Brîtanyayê li Îraqê bi serokerkanê wezîreta pêşmerge re tekez dike ku, Brîtanya dê li ser piştevanîkiriina hêza pêşmergeyan berdewam be.
Wezîreta pêşmerge parve kir, serokerkanê wezîreta pêşmerge Ferîq Rûkin, Îsa Ûzêr bi serokê Paşkoyê Serbazî yê balyozxaneya Brîtanyayê li Îraqê gênêral Grêam Wearmoûse û şanda pê re civîya.
Li dû ragehandina wezareta pêşmerge, di wê civînê de danûstandin li ser alîkarî û hevahengîyên welatê Brîtanyayê ji bo hêzên pêşmergeyan hat kirin, şanda Paşkoyê Serbazî yê Balyozxaneya Brîtanyayê li Îraqê jî soza berdewamya alîkariyên xwe ji bo pêşmergeyan tekez kir.
Wezîreta pêşmerge eşkere jî kir, di wê civînê de danûstandin li ser pêşvebirina peywendîyên navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê hatin kirin, herwesa her du alîyan tekez li ser bihêztirkirina peywendîyên xwe kir.
Her di wê civînê de, danûstandin li ser dawî pêşveçûyînên piroseya çaksazîyê ya wezîreta pêşmerge hatin kirin. Di vî warî de jî, Paşkoyê Serbazî yê balyozxaneya Brîtanyayê li Îraqê piştevanîya xwe ji bo wê piroseyê tekez kir.