
Lîstikvana 58 emîn ya cîhanê Elîna Avanesyan destnîşan kir ku wê li şûna Federasyona Rûsyayê nûnertiya Ermenistanê bike û hemwelatiya Ermenîstanê jî stendîye.
“Ez bi serbilindî radigihînim ku min bi fermî hemwelatiya Ermenîstanê stendîye û ji bo min şerefeke mezin e ku r li Sînsînatê di bin ala xwe ya Ermenistanê de pêşbaziyê bikim. Ez ji fersendê kêfxweş im ku ez serkeftinê ji welatê bav û kalên xwe re bînim”,-Avanesyanê li ser mîkrobloga xwe ya X ê nivîsîye.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh Komeleya tênîsê ya Jinan ya Navneteweyî, WTA, ala Ermenîstanê diyarî Elîna Avanêsyanê kiribûn.







