H’emû nûçeSereke
Amadebûna dîtindarên avropî gumanê dide binelîyên gundên li ser sînor: Dikotînî
Baylozê Fransîyayêyî li Ermenîstanê Olîvîê Dikotînî derbarê mîsîya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê, ya dîtindarîyê daye dîyarkirinê. Ewî derheqa wê yekêda piştî seredana li qeza Syûnîkê gotîye û fikira xwe daye dîyarkirinê,wekî amadebûna dîtindarên avropî gumanê dide binelîyên gundên li ser sînor.
“Armênprêssê” ê ragîhandîye, wekî Dikotînî derheqa wê yekêda mîkrobloga xweye X ê da nivîsîye.
“Mîsîya Yekîtîya Avropayê, ya li Ermenîstanê nobedarîya xwe li ser sînorê tevî Adirbêcanê berdewam dike.Heyîna dîtindarên avropîye li wir gumanê dide binelîyên li wan gundên li ser sînor”,- bayloz nivîsîye.