Mûzêya ermenîyan ya bajarê Kevin ya Qudsê ji nû ve hat vekirin
Mûzexaneya ermenî ya Êdvard û Hêlên Mardîganyan ku vê dawîyê ji nû ve hatîye vekirin hewl dide hebûna ermenîyan ya 1700 salî li Orşelîmê biparêze.
Li gorî Tomara Netewî ya Katolîk, sala 1922 de, avahîya mezin ya mûzêyê ya ji kevir, ku berê navendeke gîyanî ya ermenîyan lê hebû, ji bo 600 zarokên ermenî yên ku ji qirkirinê rizgar bûne, veguherandin sêwîxanê.
Îro hê jî notên zarokan li ser dîwaran têne dîtin û yek ji odeyên mûzexaneyê navên zarokên ku berê xwe li wir didîtin nîşan dide.
Midûra giştî yê mûzêyê Sogîk Garagaşyanê wiha gotîye: “Zarok û neviyên wan sêwîyan tên mûzêyê û dema ku notên dê û bavên xwe dibînin kêfxweş dibin”.
Dema ku avahî wekî êtîmxaneyek rawestîya, ew veguherî mûzexaneyê ku bermahîyên bi jîyana ermenîyan ve girêdayî ne.
Garagaşyanê gotîye, piştî nûvekirina paşîn ya sala 2022-a, mûzêy bi saya fînansekirina fonda Êdvard û Hêlên Mardîgayan hate vejandin.
Qata mûzêyê bi mozaîka bi heybet ya sedsala şeşan hatîye nixumandin ku “Dara jîyanê” bi nivîsa jêrîn nîşan dide: “Ev mozaîka ji bo bîranîn û rizgarîya hemû ermenîyên ku Xwedê navê wan dizane hatîye dayîn”.
Opêrasyonên leşkerî yên ku piştî êrîşa HAMAS ê ya 7 ê cotmeha sala 2023 a de dest pê kirin, bandoreke neyînî li mûzeyê kir, herikîna geştyaran rawestîya.
Mûzexane, ku ji hingê ve derîyên xwe ji hemî komên taybet re girtîye, 2-ê tîrmehê de ji nû ve vebû û naha demjimêrên serdanê bi rêkûpêk heye, her çend ew dikare biguhezîne ger şer zêde bibe.