H’emû nûçeSereke

Merkeza cîhanê, ji behrê hetanî behrê 29 743 çargoşe kîlomêtr: xironîka xerîtên Ermenîstanê

2600 sal pêşda dinîya cara ewlin li ser kevir hate dîyarkirinê.Niha li mûzêya Brîtanîyayê ew nîşandayîna kevinar dide kifşê, wekî wî çaxî li merkeza dinîyayê sê welat hebûn: Babêlon, Asorîstan û Ermenîstan.

Ji herduyên ewlin tenê heykelên bi kevir mane, lê  sînorên welatê sêem 2600 sal hê tên lênihêrandinê.

“Xerîta ku Ermenîstanê dide kifşê, sala 1961 ê hatîye kişandinê û ew niha li ûnîvêrsîtêyeke îtalîdane, ya ku Ermenîstana Rojavayê û ya Rojhilatê bi dêrên wêva dide  kifşê”.

Hetanî kişandina  xerîta ewlin, ya bi herfên ermenî, miletên bîyanî cîhê Ermenîstanê didane kifşê û guhartina sînorên wê bîr dianîn.Ew yek derheqa kevinarbûna dewleta Ermenîstanêda şirove dike.Derheqa wê yekêda xerîtzan Rûbên Galçyan  gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê,wekî nava ewqas wedeyîda Ermenîstan hebûye. Ermenîstan nava xerîtada hatîye kifşkirinê hetanî ku sala 1918 a li rex wê welatê bi navê Adirbêcan pêşda hatîye.

Sala 1918 a ew komar hate sazkirinê, ya ku navê xwe danî Adirbêcan û dibêje ku îro welatê min 2000 salîye, lê nava xerîtên dinîyêda ew yek tune.Ew nav ji navê cîhekî Farizistanê hate hildanê, û wextê ku ew yek eyan bû, baylozxana Îranê nama şikyatkirinê desthilatdarîyên osmanî û rûsîra şand.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button