H’emû nûçeSereke
Alîyê rûsî girêdayî konyaka ermenîra tu pirs bilind nekirîye:wezîreta êkonomîkayê

Wezîrê Rûsyayêyî malhebûna gundîtîyê û serokê qulixdarîya Rûsyayêye kontrolkirina sanîtarîyê tu pirs girêdayî konyaka ermenîra bilind nekirine. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê li parlamêntê gotîye, dema ku ewî derheqa wan behsada xeberdaye, ku 90 selefê konyaka ermenî ne gorî standartaye.
“Min bi têlefonê wezîrê Rûsyayêyî malhebûna gundîtîyê û serokê qulixdarîya kontrolkirina sanîtarîyê xeberdaye.Wextê wan axaftinên têlefonê, me pirsên cûre-cûre gotûbêj kirine, lê hevkarên meye rûs derheqa spîrta konyakêda tu tişt negotine”,- Papoyan gotîye.
Bi gotina wî nava rojeva wezîreta Ermenîstanêye êkonomîkayêda başbûna spîrta konyakê cîhekî girîngdane. Konyak û spîrta konyakê, bi gotina wezîr, gerekê ji Ermenîstanê bê deranînê.







