Pismamê Hekîm Luqman: em bi kurdî axivîn, wan wek ku bêjin kafir in êrîş kir

Muhsîn Tevfîqê pismamê Hekîm Luqman ragîhand ku Hekîm bê sedem hatîye kuştin û ew dû bûyerê bernade.
Karsazê ji Dihokê Hekîm Luqman li bajarê Stembolê di encama pevçûyînekê de bi kêrê hat kuştin.
Dema Hekîm Luqman hat kuştin pismamê wî Muhsîn Tevfîq û birazîyekî wî pê re bûn û ew jî birîndar bûn.
Muhsîn Tevfîq li ber Tiba Edlî ya Stembolê ji nûçegîhanê Rûdawê Omer Sonmez re behsa bûyerê kir.
Muhsîn Tevfîq xwest ku bûyer bê zelalkirin û gotîye:
“Divê ev bûyer bê ronîkirin û berpirsyar bên eşkerekirin. Heger ev nebe ez ji Tirkîyayê dernakevim.
Hekîm bê sedem hat kuştin. Pêwîst e hukumeta Kurdistanê li ser vê mijarê daxuyanîyekê bide.
Ez mîlyonek dolarî jî xerc bikim ez wê tola birayê xwe hilînim, ez dû vê bûyerê bernadim.
Divê hukumeta Kurdistanê destekî bavêje vê mijarê. Birayê min bê sedem hat kuştin.
Ew bi xizmên xwe yên li Brîtanyayê re bi rêya vîdêoyê bi kurdî diaxivî. Ji nişêka ve 10 kes bi hev re hatin û wan li me xist.
Wana bi kêran êriş kir. Birayê min di destê min de ma. Ev hemû li ber otêlê diqewimin.
Em nû ji Dûbayê hatibûn û paşê em dê vegerîyan Kurdistanê.
Em ji otêlê derketin ku xwarinê bixwin. 10 kesan bi carekê de êriş kir, divê êrîşkar bên eşkerekirin.
Her tişt li ser kamêrayê heye. Divê ev kes bên naskirin û hökömet bi wan re mijûl bibe.
Hekîm bavê me, birayê me, mezinê malbata me, her tiştê me bû.
Wî em mezin kirin. Min bavê xwe nedîtîye Hekîm bavê min e, birayê min e û wî em xwedî kirin.
7 zarokên Hekîm hene ku pênc ji wan keç in. Wan ew bê sedem kuşt. Karsaz bû, firoşgeheke wî ya otomobîlan hebû.
Hekîm qiseyek nekir û ne jî kir xirecir, ew bê sedem hat kuştin”.







