H’emû nûçeSereke

Yêrêvan di pêşnîyara xwe de israr dike, Bekû dîsa red dike

Bekû têklîya alîyê ermenî ya ji bo îmzakirina bendên peymana aşîtîyê yên ku berê li hev kiribûn red dike. Berdevkê wezîreta Adirbêcanêye karên der Ayhan Hacîzadê ev yek wek berovajîkirina rastîyê bi nav kir. Li gorî pisporan, redkirina berdewam ya Adirbêcanê îspat dike ku Bekû ne eleqedar e ku belgeyê îmze bike.

Li hember pêşnîyarên alîyên ermenî yên ji bo îmzakirina xalên lihevkirî yên peymana aşîtîyê, alîyê Adirbêcanê radigihîne ku ew li dijî pêşdaçûyîna wê vebijêrkê ye.

Berdevkê wezîreta Adirbêcanêye karên der Ayhan Hacîzadê gotye ku Bekû “banga rayedarên Ermenîstanê ji bo îmzekirina pêşnûmeya peymana aşîtîyê, ku xalên lihevnekirî jê dernekevin, nayê qebûlkirin”.

“Ez amadebûna xwe ji bo îmzekirina metna lihevkirî ya peymana aşîtîyê û avakirina têkilîyan di zûtirîn demê de dubare dikim”.

Ji  80 selefê peymana aşîtîyê berîya niha hatibû qebûlkirin. Ji 16 gotaran 13 bi tevahî, di 3 gotaran de yek ji hevokên binêrî.

“Komara Ermenîstanê, li ber çavan digire ku bendên peymana aşîtîyê ya di navbera Adirbêcanê û Ermenîstanê de, di rastîyê de, hemî xalên bingehîn yên navneteweyî yên têgihîştin, yan bingehîn yên damezrandina têkilîyan di nav xwe de dihewîne, em pêşnîyar dikin ku tiştê ku lihevhatî ye bigire, li ser wê yekê, ku di vê demê de wê, belgeyek bingehîn hebe”.

Li gorî azêrîzan Tatêvîk Hayrapêtyanê, Bekû bi awayekî aktîv mêxanîzmayên propagandayê bi kar tîne, di heman demê de agahîyên şaş belav dike ku tê îdîakirin ku alîyê ermenî rêjîma agirbestê binpê dike. Li gor wê ev propaganda bi taybetî ji alîyê çavkanîyên girêdayî wezîreta berevanîya Adirbêcanê û ofîsa serokkomarîyê ve tê kirin.

“Herweha alozîya jêopolîtîk ya girêdayî Syûnîkê rewşê hîn zêdetir aloz dike. Adirbêcan ji bo korîdora dervayî herêmê hewl dide û di vê mijarê de ji Rûsyayê jî piştgirî distîne, ku Têhrana fermî nîgeran dike. Herî dawî di navbera nûnerên Îranê û Rûsyayê de li Moskvayê şêwirînên nû pêk hatin”.

Li gorî Hayrapetyanê, ji bo Adirbêcanê ya herî girîng ne xwesteka aşîtîyê ye, belkî bi berdewamkirina pêvajoyê sûdên herî mezin bi dest bixe.

Berdevkê wezîreta Adirbêcanêye karên der careke din amaje bi guhertina destûra bingehîn ya Ermenîstanê û rêya ku Adirbêcanê di ser Syûnîkê re bi Naxîcêvanê ve girêdide, kir. Derbarê vê dawîyê de, nêzîkatîya alîyên ermenî di forûma “Dîyaloga Yêrêvanê” de careke din hate piştrastkirin.

“Em amade ne ku pêwendîyeke wiha peyda bikin. Em di her kêlîyê de amade ne ku dest bi cî bi cîkirina “Projeya aşîtîyê” bikin, di nav de dabînkirina girêdanên veguhestinê di navbera beşa sereke ya Adirbêcanê û Nexîcêvan de”.

Di van demên dawîn de, Rûsya bi awayekî aktîv peymana 9 ê mijdarê bi bîr dixe, bi taybetî, tekezî li ser xala 9 a dike, ku bi vê peymanê Moskva dixwaze rêya muhtemel ya Adirbêcan-Naxîcêvanê kontrol bike. Ev rewş di têkilîyên Rûsyayê û Îranê de jî bûye sedema alozîyekê. Tehranê bi tundî bersiv da û dîyar kir ku ji bo wê hebûna ajanseke geştyarîyê ya bi vî rengî tenê di rewşa serwêrîya Ermenîstanê de tê fêmkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button