
Zêdetir ji 17 hezar û 500 kesî ji ber şerê li başûrê Libnanê derbazî navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê bûne.
Li gorî maseya krîzê ya rêveberîya xweser, heta niha 17 hezar 501 sûrîyayî, 46 libnanî û 11 term ji ber şerê li Libnanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne.
Kesên ji Libnanê derbasî navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê bûne, li gel xizmên xwe dimînin û yên xizmên wan li wir nîn in, li navendên bicîhbûnê tên bicîhkirin.
Ji bo kesên ku dixwazin ji ber şer biçin Rojavayê Kurdistanê û navçeyên rêveberîya xweser, komîtêyên şopandina ava kirine.
Rêveberîya xweser bi armanca pêşwazîkirina kesên ji Libnanê tên, maseya krîzê ava kirîye ku wan bicîh dike û pêdivîyên wan dabîb dike.
Li alîyekî din Heyva Sor ya kurd li gelek bajaran konên komkirina alîkarîyan ji bo kesên ji Libnanê tên, vedane.
Artêşa Îsrayêlê ji roja 23 ê îlonê ve êrîşên xwe li ser Hêzbolahê girantir kirine û 1 ê cotmehê dest bi opêrasîyoneke bejahî li başûrê Libnanê kir, di encamê de hejmareke mezin ji nitecîhên başûrê Libnanê koçber bûn.
Berpirsên Libnanê dibêjin, zêdetir 235 hezar kesî ji Libnanê derbasî Sûrîyayê bûne. Ji destpêka şerê Îsrayêlê û Hêzbollahê jî, nêzîkî du hezar kes hatine kuştin ku piranîya wan di du hefteyên borî de bûne.







