H’emû nûçeSereke

Serokwezîrê Ermenîstanê û serokê Rûsîyayê wê nava doranên civîna  BRICS  ê da hevdîtina dualî pêk bînin

Ji 22 a hetanî 24 ê cotmehê li Kazanê, nava doranên civîna  BRICS ê da, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn wê beşdarî hevdîtina dualîbin. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn, wextê hevdîtina tevî  serokwezîrê Ermenîstanê, ya nava doranên civîna serokên Welatên Endamên Hevalbendîya Serbest, gotîye.

“Ez hîvîya civîna  BRICS  ê me, ya li Kazanê.Ez hêvîdarim,wekî ewê bibe ya kardar û hewaskar.Wî çaxî emê beşdarî hevdîtina dualîbin jî û mecalê hebe tevî hevkarên ji cêrge welata qisekin, yên ku wê beşdarî van xebata bibin”,- serokê Rûsîyayê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button