H’emû nûçeSereke

Li Adirbêcanê bidarên qalindar  COP 29 amade dibin: Charlie Hebdo

Adirbêcana ku welatê hîdrokarbonane, wê  11-22 ê mijdara  sala 2024 a  konfêransa 29 emîne avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî bi mêvandarî qebûlke.

Rapora rêxistinên mafên mirovan yên navneteweyî Human Rights Watch û Freedom House nîşan didin ku hukumeta Adirbêcanê zextên li ser çalakvanên jîngehparêzî zêde kirine. 30 kes hatine girtin. Kovara satirîk ya sîyasî ya Fransî Charlie Hebdo li ser vê yekê dinivîse.

Piştî Misirê di bin rêjîma Sîsî de û piştre Yekîtîya Mîrtîyên Ereba, welatekî ku ênêrjîyê winda dike, konfêransa din ya avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî wê careke din li welatekî ku bi hewildanên xwe yên jîngehê kêm tê nasînbê li dar xistin. Îsal, COP 29 wê li welatekî bê lidarxistin ku neft û gaz ji 92 selefê dahata hinardekirinê zêdetir e. Ma ji axaftina li ser guherîna avhewayê li welatek ku bi piranî bi hîdrokarbonan ve girêdayî ye, çi çêtir e? Û çima li ku çalakvanên hawirdorê jî têne tepisandin vê yekê nekin?

Rapora rêxistina çavdêrîya mafên mirovan û Freedom House nîşan dide ku hukumeta bi serokatîya serokkomarê otorîtar Îlham Elîyêv zextên xwe yên li dijî mûxalîfan zêdetir kirîye. Di navbera hezîrana sala 2023 a û îlona sala  2024 a de her du rêxistinên mafên mirovan nêzîkî çil hevpeyvîn bi parêzer, rêveberên rêxistina gel, rojnamevan û xizmên girtîyan re kirin.

Bi tevayî, wana “33 bûyerên êrîşên bi motîvên sîyasî li dijî kiryarên qanûnî yên çalakvanên ji bo mafê azadîya rêxistin û derbirînê, bi vî awayî binpêkirina erkên mafên mirovan yên navneteweyî yên hukumeta Adirbêcanê” eşkere kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button