H’emû nûçeSereke

Ermenîstan têra nabîne ku “3+3” ji bo  hevraxeberdanên bi Adirbêcanêra bibe platformek

Li ser sivirê tu pêşnîyareke ku formata “3+3” ji bo hevraxeberdanên Ermenîstan-Adirbêcanê bibe platformek tune ye, heger hebe jî Ermenîstan guncav nabîne.

Li gorî nûçeya “Armênprêss”ê, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan di civîna pirs û bersivan ya hukumeta  Ermenîstanêda gotîye, gelo platforma “3+3” dikare bibe platformeke ji bo  hevraxeberdanên Ermenîstan-Adirbêcanê yan na.

 “Ew pêşnîyar ne li ser sivirêye. Heger hebe jî em guncav nabînin ku bi erênî bersivê bidin. Ji ber ku formata me ya  hevraxeberdanên dualî yên bi Adirbêcanê re heye, di heman demêda  heralî: xêzkirina sînora, peymana aşîtîyê û çareserkirina têkilîyan”,- Mîrzoyan gotîye.

Cudaye ku wezîrên welatên cuda derfetê bikar tînin ku di heman demê de li yek cihî di dema çend bûyerên piralî de bin û hevdîtin û  hevraxeberdanên xwe yên dualî bikin. Wezîrên  karên der  yên Ermenîstanê û Adirbêcanê jî li ser wê platformê  hevraxeberdan kirin. “Em li ser metna peymana aşîtîyê rawestîyan, hewl da ku geşedaneke erênî mîsoger bike û em nêzîkî encamdana mûhtemel ya peymanê bibin”.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button