Di bin sîya şêr de, Ermenîstan hewl dide ku aborîya xwe neguherîne:TIME

Di bin sîya şêr de, Ermenîstan hewl dide ku aborîya xwe neguherîne. Di kovara navdar ya amêrîkî “TIME” de gotarek bi sernavekî wiha hat weşandin.
“Şerê li Ûkraînayê bûye sedema lêçûnên mirovî yên bêpîvan, têkdana bazaran, têkbirina zincîreyên peydakirinê û sedema birçîbûna li seranserê cîhanê.Ji hingê ve, bi hezaran pisporên rûsî Ermenîstan terikandine da ku hem ji leşkerîya neçar û hem jî ji cezayên giran yên rojavayî dûr bikevin, aborîya herêmî ku par 8,7 selef mezin bû, xurt kir. Lê kêmnirxandin bû sedema windabûna hebûna aram ya Moskvayê di warê ewlehîyê de li hewşa xwe.
Sala 2020 î de şer destpêbû û di encamê de nêzîkî 2000 hêzên aştîparêz yên rûs şandin Qerebaxa Çîya. Lê dû re di kanûna sala 2022 a de Qerebaxê Bakû dagir kir û piştî dorpêçeke neh mehan zêdetir 100 hezar ermenî bi destê zorê ji cîh û warên xwe hatin koçberkirin û di wê demê de aştîparêzên rûs tiştek nekirin.
Li ser pirsa gelo dudilîya Rûsyayê ji ber nakokîya Ûkraînayê ye yan na, serokkomarê Ermenîstanê Vahagin Xaçatûryan tenê dikare milên xwe bihejîne. “Rastî ev e ku dema ku Adirbêcanê êrîş kir, hewcedarîya me bi alîkarîya hevkarên me hebû, lê me ew alîkarî wernegirt”,-ewî gotîye:”Ji ber vê yekê divê em hin encaman derxînin”.
Cotmeha borî wezîrê Amêrîkayêyî karên der Êntonî Blînkên ji qanûndanerên amêrîkî re gotibû ku Adirbêcan bi nîyet êrîşî Ermenîstanê bike.Meha adarê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan hişyarî dabû ku Adirbêcan hewl dide “şerekî mezin ya nû bide destpêkirin”.
Guhertina rastîyên jêopolîtîk bûye sedem ku sîyaseta der ya Ermenîstanê ji nû ve bê nirxandin. Ermenîstan ne yekem devera dorpêçkirî ye ku bi girêdana bi cîhana berfireh re li ewlehîyê digere. Dewletên biçûk, ji Sîngapûrê bigire heya Qeterê bigire heya Yekîtîya Mîrtîyên Erebaye Yekbûyî, hewl dane ku ji hêla cînarên xwe yên mezin ve neyên daqurtandin bi veguheztina navendên bankîng û veberhênanê.
Ermenîstana girtî xwedî çekeke veşartî ye: hema li her quncikek cîhanê dîyasporayek jîndar, bi texmîna yek mîlyon ermenî yên êtnîkî tenê li Kalîfornîyayê.
Her çiqas hilweşîna Yekîtîya Sovyêtê di dîroka Ermenîstanê de demek girîng bû, lê ew li hember qirkirina sala 1915 a, dema ku împêratorîya Osmanî bi awayekî sîstêmatîk di navbera 600 000 û 1,5 ermenî qir kir, reng e. Vê hovîtîyê ne tenê ermenî li cîhanê belav kir, lê sîyaseta herêmê jî berdewam dike. Înkarkirina Tirkîyayê bi awayekî bi bandor rê li hewldanên Yêrêvanê yên ji bo sererastkirina têkilîyên bi Enqereyê re girt, ku di êrîşên vê dawîyê yên li Qerebaxê de piştgirî da Bekûyê.
Sala 2021ê , serokê otokratîk yê Adirbêcanê Îlham Elîyêv nîyeta xwe ya çêkirina korîdoreke bejayî ya bi ser Naxîçêanê ber bi Tirkîyayê ve da zanîn û herêma başûrê Syûnîkê bigre bin kontrola xwe, “Ermenîstan bixwaze yan nexwaze” û got: “Eger nexwaze” wê bi zorê bê kirin.
Çêkirina Korîdora Zangezûrê wê bi rastî sînorê başûrê Ermenîstanê bi Îranê re bigire û tê wê wateyê ku tenê sînorê wê yê vekirî wê bi Gurcistanê re be. Ji xeynî Qerebaxa Çîya, leşkerên Adirbêcanê berîya niha nêzîkî 200 mêtrê çargoşe kontrol dikin, axa Ermenîstanê, ku Elîyêv jê re dibêje “Adirbêcana Rojavayê”.
24-30 îlona sala borî de 99 selefê xelkê Qerebaxê ji ber agirê topxaneyên Adirbêcanê revîyabûn. Di encama teqîna navenda belavkirina sotemenîyê ya dorpêçkirî de, nêzîkî 218 kesan jîyana xwe ji dest dan, 70 kes jî di rêwîtîya dijwar ya Ermenîstanê de jîyana xwe ji dest dan.
Kêmbûna piştgirîya Rûsîyayê Ermenîstan neçar kir ku di meha hezîranê de derbarê qerimandina beşdarbûna xwe di Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîve de ragihîne. Berîya êrîşa Rûsyayê ya li ser Ûkraînayê, herî kêm 90 selefê çekên ku Ermenîstan dikirîn ji Rûsîyayê dihatin. Îro ew ji 10 selefî kêmtir e û Ermenîstan neçar bû ku wê valahîyê bi danîna têkilîyên nû yên dostane tijî bike. Hindistan bûye welatê sereke yê çekan bo Ermenîstanê. Piştî Hindistanê Fransîya tê ku Ermenîstanê vê dawîyê 36 obûsên xwebexş yên Qeyser jê kirîn.
Di heman demê de Ermenîstan sîyaseta xwe ya derve jî cihêreng dike. Yêrêvanê sala 2017 a de bi Yekîtîya Avropayê re peymana hevkarîya berfereh îmze kir û di sibatê de pejirand ku wê hevkarîyê bi rojeva nû ya hevkarîya Yekîtîya Avropayê-Ermenîstanê kûrtir bike. Ermenîstan jî hewl dide hevkarîyê bi Dewletên Yekbûyî re kûrtir bike û serok Co Baydên meha borî ragîhandibû ku ew bi nîyaz e ku dîyaloga stratêjîk ya dualî ya heyî veguherîne hevkarîyek stratêjîk.







