H’emû nûçeSereke

Di navbera Yêrêvanê û Los Ancêlêsêda dokûmênta dualî hatîye îmzekirinê

Serokbajarê Yêrêvanê Tîgran Avînyan rastî serokbajara Los Ancêlêsê Kêrin Baasê hatîye.

“Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî nava rojeva hevkarîya dualîda serokbajarên herdu bajara derheqa têknolocîyên înformasîyonda û xebitandina wan nava govekên êkonomîkîye cuda-cudada xeberdane.

Bi girîng hesabkirina cêribandina Los Ancêlêsê û açixîyên wê, Tîgran Avînyanê serokbajar bi hêvîdarî gotîye wekî ew yek usa jî bona Yêrêvanê dikare kardarbe.

Serokbajara Los Ancêlêsê jî sirîya xweda gotîye, wekî Los Ancêlês li rex Yêrêvana paytext sekinîye û amadeye cêribandin û helkirinên baş derbazî wê bike, bona ku karê bidine werguhastinên nû.

Piştî hevdîtina fermî, dokûmênta dualî hatîye îmzekirinê.Rojevêda werguhastina dîcîtale.

Li gorî dokûmênta îmzekirî têra tê dîtinê,wekî hevkarî wê bi xebitandina têknolocîya pêk bê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button