Rewangeha Sûriyeyî ya mafên mirovan radigehîne: “Ji piştî serhildana hevrikiyên navxweyî yên Sûriyayê li sala 2011 ê ve, ev cara yekê ye ku bajarê Helebê li bin kontirola Sûriyayê namîne”. Herwesa dibêje: “Komên çekdar destê xwe danaye ser tevaya taxên Helebê, ku hêzên artêşê tê de hatibûn binecihkirin”.
Birêveberê Rewangeha Sûriyeyî ya mafên mirovan Ramî Ebdirehman ji ajansa France Pressê re ragehand: “Desteya Tehrîr Şamê û komên hevpeymanên wê hemî bajarê Helebê kontirol kir, ji bilî taxên li bin desthilata hêzên kurdî”. Herwesa gotîye: “Ji piştî serhildana hevrikiyên navxweyî yên Sûriyayê li sala 2011 ê ve, ev cara yekê ye ku bajarê Helebê li bin kontirola Sûriyayê namîne ku bajarê duyê yê herî mezin yê Sûriyeyê ye”.
Rewangeha Sûryayê ya mafên mirovan herwesa parve kir, “Artêşa Sûriyayê mana xwe li derdora bajarê Hemayê yê naverasta Sûriyayê ragehand, ev jî piştî ku komên çekdar li wê bereyê pêşrewî kir”. Di eynî demê de Beşar Esed jî soz da ku “wan bişkîne”.
Artêşa Sûriyayê ragehandinek li ser şerê Heleb û Idlibê parve kir û amaje da ku “li çend bereyekan şerekî giran bi hêzên berhelistkaran re (Desteya Tehrîr Şamê û alîgirên wê) kir û pirbereyîya pêkdadanan wesa li wan kir ku hêzên xwe bi niyeta dubare xwerêkxistinê vekêşin”.
Artêşa Sûriyayê tekez jî kir ku “Xwevekêşana wan ji çend bereyan ji bo heyameke demkî ye, hêzên piştevaniyê gehiştine bereyên şer û xwe ji bo êrîşeke berevajî amade dikin”.