H’emû nûçeSereke

“Ermenistan di Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîve de xala bêvegerê derbaz kirîye”: Pashinyan

Di rûniştina civîna hukumetêda wextê pirs û bersivan de, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, di rastiyê de di derbarê endamtiya Ermenîstanê ya di  Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîve de û xebatên pêşdetir de ronî kirin.

Daxuyaniyên herî dawî yên Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, ku serokwezîrê Ermenîstanê ji gelek aliyan ve ji podiuma Rrûsîyayê ne rast dît, bû sedema zelalkirinê.

Serokwezîrê Ermenistanê daxuyanîyên çend roj berê yên serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn yên derbarê hevkariya Ermenîstan û   Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîve de ne rast dibîne. Serokwezîr Paşînyan bi rastî îdia kir ku “jixwe xala nevegerê derbas bûye” û daxuyaniya Pûtîn jî li gor Paşînyan rewşa giştî ya   Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîve de  eşkere dike.

 “Li vir rewşa girêdayî Qerebaxê tu eleqeya xwe bi wê re nîne. Di çarçoveya qerimandina tevlîbûna me ya bi Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolektîvre, me qet dest neda mijara Qerebaxê. Di salên 2021î  û 2022 a de li dijî Komara Ermenîstanê destdirêjiyên erdî hatin kirin, li dijî Ermenîstanê êrîş pêk hat. Her wiha me dît ku bûyer di wî warî de pêşve diçin û helbet beriya her tiştî me bi kê re nîqaş kiriye, me bi hevalbendên xwe re jî gotubêj kiriye. Û me bersivek ji hevalbendên xwe girt, ku hûn çi bêjin, tiştekî wisa çênabe, ji ber ku sînorên Komara Ermenîstanê xeta sor in.”

 “Xetên sor” bi her awayî hatin binpêkirin û Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolektîv bi tenê daxuyand ku sînorê Ermenistan û Adirbêcanê nayê xêzkirin. Paşînyan pirsên nû pêşda dikişîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button