Rêjeya artêşên cîhanê hat weşandin: di lîsteyê de 145 welat hene

Li gorî Global Firepower Index 2024, hêzên çekdar yên Ermenîstanê bi rêjeya 2.0373 di rêza 91emîn de di artêşên herî bihêz yên cîhanê de cîh digirin. Di lîsteyê de 145 welat hene. Rêjeya ku her sal tê berhev kirin, ji zêdetirî 60 faktoran, di nav de nîşaneyên darayî û cîhê erdnîgarîya welat, tê berhev kirin.
Îndêks çiqas kêm bibe, hêza leşkerî ew qas mezin dibe.
Di lîsteyê de cînara me Gurcistan di rêza 94 de ye (2.0695), Adirbêcan jî di rêza 60 de (1.2531).Tirkîya di warê artêşên bihêz de di rêza 9 de (0.1902) û Îran jî di rêza 16 de ye (0.3048).
Di nav hevalbendên Adirbêcanê de Pakîstan di rêza 12 de (0.2513) û Îsrayêl di rêza 15 de (0.2661).
Di nav hevkarên Ermenîstanê de Hindistan di rêza 4 de (0.1184), Fransîya di rêza 7 de (0.1785), Yûnanistan jî di rêza 30 de (0.5337) di vê rêzê de cîh digire.
Lîsteya artêşên herî bihêz yên cîhanê di serî de hêzên çekdar yên Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê (DYA) bi rêjeya 0.0744 . Artêşa Rûsyayê di rêza duyemîn de (0,0788) berdewam dike. Hêzên çekdar yên Ûkraînayê ku îro li dijî wî şer dikin, bi îndeksa 0,3755 di rêza 20 de cih digirin.
Çînistan xwedîyê sêyemîn artêşa herî bi hêz e. Mîna Rûsyayê, îndêksa wê jî 0,0788 e.







