H’emû nûçeSereke

Gelo Ermenîstan vêktora sîyaseta xwe ya derve diguhere? : Marîna Karapêtyan

Bi nêzîkbûna pirsa “Rûsya yan Rojava?” û qaşo bersiva pirsa “Rûsya û Rojava” da, me dît ku em tenê li ser nirxên bilind bi Rojavayê re diaxivîn û hewl didin ku van nirxên bilind li Kafkasya Başûr bi tenê bi çekên rûsî bi cîh bînin.Yekîtîya Avropayê di çarçoveya axaftina xwe de behsa nîqaşên li ser guhertina vêktora sîyaseta der ya Ermenîstanê kir.

“Pirs derdikeve holê:gelo desthilatdarîya îroyîn dixwaze sîyaseteke pirvêktor yan jî temamker bimeşîne, yanî tiştê ku rayedarên berê yên Komara Ermenîstanê digotin wê bikin lê nekirin? Bersiv “na” ye.

Pirseke din ji me tê kirin ev e ku gelo Ermenîstan vêktora sîyaseta xwe ya der diguherîne ji ber ku ev pirs bi xeletî hatîye kirin.

Pirs ewe ku polîtîkayên berê me û cîhanê wiha xeyal dikirin: “Belê, Rûsya û Rojava hene, divê em hewl bidin hevsengîyê bidin hev yan jî hevkarîya xwe bi wan re temam bikin. Pirsgirêka bingehîn di vir de ew e ku Ermenîstan ne di navbera Rojavayê û Rûsyayê de ye, Ermenîstan di navbera Gurcistanê, Adirbêcanê, Îranê û Tirkîyayê de ye. Divê em fêr bibin ku ji welatê xwe, Kafkasya Başûr, di warê sîyasî û jêopolîtîk de li cîhanê binêrin”.

Li gorî parlamêntvanê, ev sedem e ku Ermenîstan sîyaseteke hevseng bimeşîne, sîyasetek ku li şûna girêdayîya yekî bi gelek kesan ve girêdayî be, sîyasetek ku li ser bingeha ramana Ermenîstanek rastîn tê damezrandin.

“Divê em zanibin ku heger rû bi rûbûna navendên jêopolîtîk bandorê li me bike, berî her tiştî wê bandorê li ser welatên cînarê me bike”.

Di vê çarçoveyê de, rêyên Ermenîstanê ber bi Rojava ve di ser Tirkîyayê re derbaz dibin, ku bi Yekîtîya Avropayê re peymana yekitîya gumrikê heye, bi kêmanî bi rêya Gurcistanê ve girêdayî ye û di dema rakirina dorpêçê de jî, bi rêya Adirbêcanê hevkarîyeke stratêjîk ya Ermenîstanê heye û ji bo Adirbêcanê jî ev yek ne ji bo şînbûnê ye.

“Pêwendîyên bi Fêdêrasyona Rûsyayê re pratîk in, ne li ser hêvîyên dîrokî û hestên ku xwe rewa nakin, lê li ser hevkarîyeke rastîn, ji hev re sûdmend in”,- ewê gotîye.

“Divê em bi hemû cînarên xwe ra raste-rast, bê navbeynkar têkilîyên xwe ava bikin û em ê serxwebûn û serwêrêya Ermenîstanê ji bo nifşên paşerojê garantî bikin”.

Ermenîstan welatekî orîêntêd e. Parlamêntvanê destnîşan kirîye: “Li Başûrê Kafkasyayê welatekî dêmokratîk e û ji bo pêşxistina dêmokrasîya xwe, pirrengîya aborî û aşîtayê hewl dide û bi hemû cînarên xwe re sînorên xwe veke. Hemû gavên me jî ji bo vê armancê ne”.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button