
Hewlêr û Bexda li ser hinardekirina petrola Kurdistanê li hev kirin û komîtêyek jî ji bo kontrolkirina boriyan hatiye avakirin.
Şanda danûstandinan ya hukumeta Herêma Kurdistanê ragîhandîye, 23 e sibata sala 2025 a piştî pêwendî û hevahengîya di navbera wezîreta pêtrolê ya Iraqê û wezîreta samanên sirûîştî ya Herêma Kurdistanê de, rêkeftin hat kirin ku li gorî rêjeya berdest, hinardekirina pêtrola ji nû ve dest pê bike.
Li gorî daxuyaniya şanda danûstandinkar ya hukumeta Herêma Kurdistanê, tîmeke têknîkî ya hevbeş ji bo kontrolkirina boriyên hinardekirina pêtrola Kurdistanê di navbera her du aliyan de hatiye avakirin.
Di daxuyaniyê de hatîye gotin: “Di vî warî de em soza bicihanîna bendên yasaya byûcêya giştî ya fêdêral tekez dikin”.
Ev di demekê de ye, wezîreta pêtrolê ya Iraqê ragihandibû, hemû rêkarên ji bo dubare hinardekirina pêtrola Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyayê temam bûne.
Pêştir ajansa “Reuters” li ser zarê 8 jêderên cuda belav kiribû, rêveberiya Donald Tramp hişyarî daye Iraqê ku di zûtirîn dem de dest bi hinardekirina pêtrola Herêma Kurdistanê bike.
Nêzîkî 2 salan e hinardekirina pêtrola Kurdistanê hatiye rawestandin û bûye sedema ziyana 26 mîlyard dolarî ji bo aboriya Iraqê û Kurdistanê û nehevsengiya bazara cîhanî ya ênêrjiyê.







