Nûnertîya leşkerî ya nû li Yekîtîya Avropayê: biryara hukumeta nû li ser çi ye?

Bi biryara hukumeta Ermenîstan wê cara yekem li nûneratîya Ermenîstanê ya Yekîtîya Avropayê bibe xwedîyê ataşeyê parastinê. Proje ji alîyê wezîreta parastinê ve hatîye raberkirin, û li ser bingeha kûrkirina hevkarîyê bi Yekîtîya Avropayê re di warê berevanî û ewlehîyê de ye. Li gorî wezîreta parastinê, ji bo hevkarîyeke leşkerî ya nêzîktir û bi bandortir bi welatên endamên Yekîtîya Avropayê re hawîrdoreke nû ya guncan hatîye efirandin.
Pêşnîyara wezîreta parastinê li ser bingeha hevkarîya kûr ya Ermenîstanê ya bi Yekîtîya Avropayê re di warên parastin, ewlekarî û leşkerî de ye. Hevalê parastinê yê girêdayî mîsyona Ermenîstanê ya li rêxistina peymana Atlantîka Bakûr wê di heman demê de wek ataşeyê parastinê yê Ermenîstanê li Yekîtîya Avropayê û hem jî li Bêlçîkayê bê tayîn kirin. Rêvebirê di rûniştina asayî de biryara têkildarî bi prosedûra bê ragîhandinê qebûl kir. Li gorî hincetên ji bo projeyê, ew ê ji bo pêşdebirina têkilîyên sazûmanî yên zêdetir bibe alîkar û derfetek ji bo xebatek bi bandor li ser mijarên parastinê yên li Yekîtîya Avropayê çê bike. Di pêşnûmeyê de her wiha hate dîyarkirin ku wê waneyên leşkerî erkên çavdêrîyê pêk bînin.
“Ataşeyê parastinê yê Yekîtîya Avropayê bi rêxistinên navneteweyî re hevkarîya leşkerî û parastinê dike, wezîreta parastinê û hêzên çekdar yên Ermenîstanê temsîl dike û xebatên nûnertîyê dimeşîne”. “Bi talîmata wezîreta parastinê ya Ermenîstanê û bi navbeynkarîya wezîreta karên karên der, ataşeyê leşkerî li gorî pîvanên hiqûqa navneteweyî dikare karên çavdêriyê bike”.
Li gorî wezîreta parastinê, piştgirîya ku di çarçoveya tesîsa aşîtîyê ya Avropayê de ji Ermenîstanê re tê dayîn, destpêkirina danûstandinên li ser peymaneke çarçoveyê ji bo beşdarbûna Ermenîstanê di mîsyonên rêveberiya qeyranê yên Yekîtîya Avropayê de, û berfirehkirina girîng ya beşa ewlehî û berevanîyê di rojeva nû ya hevparîya Ermenîstan û Yekîtîya Avropayê de, şert û mercên guncaw ji bo pêşxistina hevkarîya leşkerî bi Yekîtîya Avropayê re çêkirîye. Di biryarê de her wiha tekezî li ser wê yekê tê kirin ku hevkarîya leşkerî ya ku bi Bêlçîkayê re hatîye destpêkirin jî dikare roleke erênî di pêşxistina şîyana berevanî û bergirîya Ermenistanê de di demeke dirêj de bilîze. Wezîrê parastinê Sûrên Papîkyan herî dawî di konfêransa ewlehîyê ya mûnchenê de bi serokên dezgehên leşkerî yên welatên Yekîtîya Avropayê re ku di nav wan de wezîrê parastinê yê Bêlçîkayê Têo Frankên jî hebû re hevdîtin kir.
Di tîrmeha par de hatibû zanîn ku Ermenîstan wê cara ewil 10 mîlyon yûro ji fonda aşîtîyê ya Yekîtîya Avropayê werbigire. Di van demên dawîn de agahî hatin belavkirin ku Yekîtîya Avropayê difikire ku 10 mîlyon yûroyên din ji bo alîkarîya ne êrîşkar bide Ermenîstanê. Li gorî hincetên sazîyê, ji bo parastina hevalbendan ji weqfa aşîtîyê ya Avropayê piştgirî tê dayîn. Dezgehên ragîhandinê radigîhînin ku nûnera bilind ya kar û barên der û polîtîkaya ewlekarîyê ya Yekîtiya Avropayê berîya niha ev pêşnîyar pêşkêşî konsêya Yekîtîya Avropayê kirîye. Pêşî divê erêkirina encûmenê, paşê jî ji 27 welatên endamên yekîtîyê werbigire.
Sêkrêtarê konsêya ewlekarîyê Armên Grîgoryan ragîhand ku Ermenîstan ji bo ji holê rakirina girêdayîbûna bi welatekî re dixebite û weke mînak hevkarîya bi welatên Yekîtîya Avropayê re di warê ewlekarîyê de nîşan da.
“Niha Ermenîstan çekan ji Fransîyayê dikire, serî li sazîya aşîtîyê ya Avropayê ya EPF da û di vî warî de em bi pêş ve diçin. Ez di wê bawerîyê de me ku derfetên Ermenîstanê gelek mezin in û em dikarin van derfetan bikar bînin”.
Adirbêcanê ev sîyaseta Ermenîstanê rexne kirîye. Wezîrê karên der yê wî welatî Cêyhûn Bayramov gotîye: “Alîkarîya leşkerî bo Ermenîstanê bi her behaneyekê yan jî derxistina Ermenîstanê ji proseya aşîtîyê bi padişatîya Yekîtîya Avropayê û hin welatên endam, wê zirarê bide damezrandina aşîtîyeke bi îstîqirar li Başûrê Kafkasyayê”.
Adirbêcan jî daxwaz ji Ermenîstanê dike ku çavdêrên bîyanî ji sînorê Ermenîstan û Adirbêcanê derxîne. Ev mijar yek ji xalên peymana aşîtîyê yên bêçareser dimîne. Yêrêvan pêşnîyar dike ku çavdêran tenê li deverên sînorkirî bihêlin.Hefteya borî serokwezîr Nîkol Paşînyan li parlamêntoyê ragîhand:
“Ez dikarim bibêjim ku di vê demê de me nekarîye li ser vê mijarê bigihîjin rêkeftinekê”.
Di dawîya meha çile de, balyozên Yekîtîya Avropayê li Bryûsêlê biryara dirêjkirina mîsyonên sivîl yên Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê pesend kirin ku wê heya 19 ê sibata sala 2027 a, du salên din li navçeyên sînorî yên Ermenîstanê bimînin. Serokê parlamêntê Ermenîstanê Alên Sîmonyan di rûniştina 4 a komîtêya hevkarîya parlamêntoya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê ya heftêya borî de ragîhand, ev yek ji girîngtirîn amûrên ewlehîyê yên Yekîtîya Avropayê ye li Ermenîstanê.
“Yekîtîya Avropayê hebûna mîsyona xwe ya sîvîl li ser sînorên Ermenîstanê du salên din dirêj kir, ku ev yek bi eşkere û berbiçav hejmara bûyerên li ser sînor kêm kir û rê li ber metirsîya zêdebûnê girt”.
Destpêkirina dîyaloga serbestberdana vîzeyan, ketina bernameya “Têsîleya aşîtîyê ya Avropayê” û qebûlkirina pêşnûmeya “Li ser destpêkirina pêvajoya ketina Ermenîstanê ya ji bo Yekîtîya Avropayê” di xwendina yekem de jî xalên sereke yên têkilîyên Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê ne.







