H’emû nûçeSereke

Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja kincên neteweyî pîroz dike

Serokê hukumeta Herêma Kurdistanê peyamekê ji bo roja kincên neteweyî parve dike û tê de wê rojê li hemî pêkhate û neteweyên Herêma Kurdistanê pîroz dike.

Serokê hukumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de li ser tora civakî ya X ê roja kincên neteweyî li hemû pêkhate û neteweyên Herêma Kurdistanê pîroz kirîye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevî peyama xwe vîdyoyek jî parve kiriye û li ser nivîsiye: “Roja kincên neteweyî xweşiktiya hemerengiya çandî û pêkvejiyana aşîtîyane ya Kurdistana me berçav dike”.

Kinc yek ji nîşanên serekî yên nasnameya neteweyî ne û gel û neteweyan ji hev cuda dikin. Li Herêma Kurdistanê jî, roja 10 ê adarê wek roja kincên neteweyî hatiye diyarkirin û welatî di wê rojê  kincên rengîn yên neteweyî li xwe dikin.

Kincên kurdî dîrokeke dêrîn heye û li dû deveran jî awayê dîzayn û dirûtina wan tê guhertin, tevî guhertinên serdem jî guhertin di modelên kincên resen yên kurdî de hatiye kirin, lê hêşta resenetî û mohra xwe winda nekiriye û wekî yek ji kincên neteweyî yên xweşik jî tê hejmartin, ji ber rengînî û awayê wan yê taybet û xazima jî kincên kurdî yên jinan.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button