
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber rêkeftina di navbera serokê qonaxa veguhêz ya Sûryayê û Fermandarê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk (HSD) de kir û gotîye: “Rêkeftin nexşerêyeke guncayî ye ji bo paşerojê û qonaxa veguhêz. Herwiha gotîye: “Em careke din tekezî li ser piştevaniya Herêma Kurdistanê bo aşîtî û aramiya Sûryayê dikin”.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 11 ê adarê di daxuyaniyekê de ragihandîye: “Em pîrozbahiyê li birayên xwe yên li Sûryayê dikin, ji ber rêkeftina di navbera serokê Sûryayê û fermandarê Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) de, ku nexşerêyeke guncayî ji bo pêşerojê û qonaxa veguhêz pêk tîne”.
Nêçîrvan Barzanî gotîye: “Pêşwaziya Sûryan ji rêkeftinê re, wek hemû neteweyên navçeyê, daxwaza wan ya aramîyê û çareseriyeke aştîyane ya bê tundûtûjiyê nîşan dide”.
Serokê Herêma Kurdistanê dibêje: “Di dema ku em pêşwazî li vê rêkeftinê dikin, piştgirya temam ya Herêma Kurdistanê ji bo aşîtî û aramîya Sûryayê tekez dikin. Herwiha em doza parastina mafên hemû pêkhateyên Sûryayê û beşdarîya çalek di avakirina Sûryake azad û pêşketî de dikin”.







