
Parlamantarê Swêdê Êrîk Hêlsborn tora civakî ya “X” ê de ragîhandîye, ku nameyek ji “Koma xebatê ya têkilîyên parlamêntoyê yên Adirbêcan û Swêdê” ku bi îmzeya 7 parlamêntarên parlementoya Adirbêcanê hatîye îmzekirin, wergirtîye.
Ev yek bersivek bû li ser daxuyanîya koma dostanîya ermenî-swêdî ya Rîksdagê ya derbarê girtîyên ermenî û darizandinên sexte yên ku ji alîyê rêjîma Bekû ve li dijî wan tên kirin, ku ji alîyê Hêlsborn û pênc endamên din yên parlamêntoyê ve hatibû îmzekirin.
Parlamêntar yek rêzek ji nameyê parve kir ku dibêje her tiştê ku divê li ser cewherê rexneya wan were gotin, Hêlsborn destnîşan dike:
“Sîstêma dadwerî ya Adirbêcanê li gorî pîvanên navneteweyî tevdigere û her îdîayek berevajî vê yekê ji bilî îftira ne tiştekî din e”.
Hêlsborn di vî warî de wiha dinivîse:
“Freedom House” îndeksa azadîyê li ser pîvana 0 heta 100 qal li ser bingeha azadîya wan nirxand, 16 qal ji wan li ser bingeha dadwerî û pêbawerîya pergala dadrêsî ye, bi çar binkatêgorî, her yek bi rêjeyek herî zêde her çar katêgorîyan de: sifir ji 16 a dadgehkirinên li welat bi kêmanî ji bo têrorîstan têne sêwirandin”.







