Nava pirsa vekirina rêyên transportêda borcdarîyên Ermenîstanêye yekalî tunene: berdevka wezîreta karên der

Nava pirsa vekirina rêyên transportêda borcdarîyên Ermenîstanêye yekalî tunene. Derheqa wê yekêda berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anî Badalyangê gotîye “Armenpress” ê, dema ku ewê derheqa wê yekêda xeberdaye ku Adirbêcan Ermenîstanê nava neqedandina borcdarîyên Ermenîstanêye bona vekirinê rêyên herêmî û rêyên di navbera Adirbêcanê û Nexçêvanêda gunehkar dike.
“Rojeva tevgirêdanên transportêye di navbera nehîyên Adirbêcanêye Rojavayê û Neçêvanêda beşeke rojeva vekirina rêyên transporta herêmîye, dikeve nava kîjanê usa jî vekirina dor-berên Ermenîstanê.
Ya duem ewe, wekî Ermenîstanê pêşnîyar kirîye ku bi êtapa ewlin cîguhastinên baraye bi rîya hesinî, ya Zangêlan-Mêxrî-Ordûbad-Yêrasxê, bidine xebatê.Ev rê di navbera Zangêlanê û Ordûbadêda ya here kurte. Çi ku derheqa rêyên avtomobîladane, rêyên me ewin, çi ku hene, çimkî rêlîêfa me wî cûreyîye û bona rêlîêfva çîyayî nikarin me gunehkarkin”,-ewê gotîye.







