H’emû nûçeSereke

Paşînyan û Rûbîo pirsên rojeva hevkarîya stratêcî û herêmî gotûbêj kirine

Axaftina bi têlefonê, ya serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û sêkrêtarê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Marko Rûbîo pêk hatîye.

“Armenpress” ê ragîhandîye,wekî ji admînîstrasîya serokwezîrê Ermenîstanê ragîhandine, wekî  Paşînyan û Rûbîo pirsên rojeva hevkarîya stratêcî û herêmî gotûbêj kirine.  

Serokwezîr pêvajoyên hevraxeberdana, nava encamên kîjanada li hev hatîye projeya qayîlnivîsara bona aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda qewimîye, raber kirîye.Serokwezîr daye dîyarkirinê,wekî projeya qaylnivîsarê hîvîya îmzekirinêye.

Hatîye gotinê,wekî alî pevketine ku pêwandîyên Ermenîstanê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbyîye li ser dereca bilind berdewam bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button