H’emû nûçeSereke

Serokê  parlamêntê derheqa înformasîyayên derbarê milahîmbûna pêwandîyên Ermenîstanê û Rûsîyayêda xeberdaye

Serokê  parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan derheqa înformasîyayên derbarê milahîmbûna pêwandîyên Ermenîstanê û Rûsîyayêda xeberdaye.

“Armenprpess” ê ragîhandîye,wekî Sîmonyan gotîye ku pirsgirêk hebûn,  pirs hebûn yên ku hatine kirinê û wê berdewambin.

“Ew qîmetkirinên ku li rexda tên kirinê, ku vêktor hatîye guhartinê, ew ne li gorî rastîyêne. Ratsîk heye, wekî Komara Ermenîstanê serbixwetîya xwe  diparêze.Dema ku wê dixapînin, wî çaxî ew bi dengê bilind tê belavkirinê.Dema ku tiştekîra qayîl nînin ew nade kifşê, wekî pêwandîyên me tevî welatekî  tên teribandinê.Ew yek usa jî derbarê Rûsîyayêdane”,-Sîmonyan goîtîye.

Bi axaftina derheqa pirsa Organîzeya Peymana Ewlehîya Kolêktîvda, Sîmonyan gotîye wekî Organîzeya Peymana Ewlehîya Kolêktîv gerekê lê binihêre ku ew heye, yan na. “Heger heye, gerekê fem bike ku ewê çi nekirîye û çi gerekê bikira”,-Sîmonyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button