SerekeSîyasî

Siemens EDA plan dike ku li Ermenîstanê projeyan berfireh bike

Serokwezîr Nîkol Paşînyan heyeta ku di serokatiya serokê giştî yê şîrketa Siemens EDAyê Maykl Eloûn de bûye qebûl kirîye.

Serokwezîr bal kişand ser xebatên Siemens EDA yên li welatê me û destnîşan kir ku hukumet teşwîq dike ku van şîrketên mezin li bazara Ermenîstanê beşdar bibin. Di vê çarçovê de Nîkol Paşînyan amaje bi pêngav û bernameyên hukumetê yên ji bo pêşxistina sektora têknolojiya bilind kir û tekez li ser wê yekê kir ku rêziknameyên cîbicîkirî bi mebesta dabînkirina şert û mercên guncaw in.

Maykll Eloûn kêfxweşiya xwe ji çalakiyên li Ermenîstanê anî ziman û diyar kir ku şîrket plan dike ku li welatê me bernameyan berfireh bike û girîngiyê dide perwerdekirina personelên endezyariyê.

Serokwezîr Paşînyan plansaziya Siemens EDA ya ji bo berfirehkirina xebatên xwe yên li Ermenîstanê û destnîşan kir ku hukumet bi taybetî girîngiyê dide pêkanîna bernameyên perwerdehiyê yên di warê têknolojiyên bilind de.

Fikir li ser pêşkeftina pêşdetir ya sêktora têknolojiya bilind, rêziknameyên bicîhkirî û efirandina şert û mercên guncan ji bo karsaziyê hatin guheztin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button