Zêdebûna tevlêbûna jinan di nava hêzên çekdar de wê bê mîsogerkirin

Hukumetê ji ber hewcedarîya çareserkirina pirsa avakirina pergala serdar di hêzên çekdar yên Komara Ermenîstanê de, pêrsonalên ku amûrên endezyarîyê yên taybet dixebitin, pêrsonalên ku raste-rast di pêvajoya perwerdeyê de beşdar in di yekîneyên perwerdehîyê de yan jî bi kalîfîyeta mamosteyan, zêdekirina ast û kalîteyên tabûra jinan û kadetên ku ji bo xwendinê têne şandin, bîryarek wergirt.
Li gor wê hincetê, niha di nav hêzên çekdar yên Ermenîstanê de ji bo danasîna sîstêmêke nû ya çawîş û mamosteyên pîşeyî û ji bo vê mebestê lidarxistina kûrsên çawîş û mamostetîyê ji bo dagirtina postên çawîş û mamostetîyê yên têkildar gelek kar tê kirin.
Di heman demê de, yekîneyên xebatê yên jinan û amûrên endezyarîyê kêm zêde kar dikin, ev yek bandorê li xebata wan ya asayî dike.
Di biryarê de mîqdara lêzêdeyê ji bo pêrsonalên ku amûrên endezyarîyê yên taybetî dixebitin eşkere dike, ji bo pêrsonalên ku raste-rast beşdarî pêvajoya perwerdehîyê di yekîneyên perwerdehîyê de ne, ji bo leşkerên jin yên ku di tabûra jinan de hatine wezîfedarkirin, yên ku kûrsên çawîş yan mamostetîyê qedandine û xwedî kalîteyên gunca ne, û ji bo leşkeriyên ku li sazîyên perwerdehîya leşkerî yên Fêdêrasyona Rûsyayê perwerdeyê dibînin (ji bo sazîyên perwerdehîya leşkerî yên Rûsyayê bêyî wergirtina alimên bîyanî).







