
Şandeyeke DEM Partiyê ji bo çend hevdîtinan û beşdarî konfêransa neteweyî bibe li Rojavayê Kurdistanê ye.
Şandeyeke ku ji hevserokê Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û çend parlamenterên Partiya Gelan ya Wekhevî û Dêmokrasiyê (DEM Partî) pêk tê çûye serdana Rojavayê Kurdistanê.
DEM Partiyê li ser hesabê xwe yê mêdyaya civakî ragihandîye, şandeyeke wan ya ku ji Hevserokê Partiya Herêmên Dêmokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, endamê encûmena birêvebirîyê navendî (MYK) ya partiyê Serhat Erên û parlamentarên DEM Partiyê Salîha Aydênîz, Gyûlcan Kaçmaz Sayigit û Mehmed Kamaç pêk tê çûye Rojavayê Kurdistanê.
DEM Partiyê diyar kirîye ku şandeya wan ji derîyê sînorî yê Sêmalkayê derbazî Rojavayê Kurdistanê bûye.
Şande wê di serdana xwe de çend pêwendiyan bi aliyan re bike û beşdarî konfêransa neteweyî bibe.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî 22 ê nîsanê ragihandibû ku “Konfêransa neteweyî ya yekîtî û helwesta kurdan” ya aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê dê 26 ê nîsana sala 2025 a bê lidarxistin.
Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Sûrîyayê (ENKS) û Partîyên Yekîtiya Neteweyî ya Kurd (PYNK) ku Partîya Yekîtîya Dêmokratîk (PYD) di nava wê de ye pêşengîyê dikin.
ENKS ê konfêrans wek gaveke girîng ya ku daxwazên gelê Rojavayê Kurdistanê nîşan dide û mafeke siyasî ye bi nav kir.







