
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, konfiransa yekrêzî û yekhelwesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê pîroz kirîye û gotîye: “Serkeftina konfêransê li hemûyan pîroz dikim ku cîhê kêfxweşîyeke mezin e û dilê gelê Kurdistanê li hemû cîhan xweş kir”.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de ragîhandîye:“Spas û destxweşî ji bo birêz Mazlûm Ebdî û ENKS û hemû xûşk û birayên ku ji bo lidarxistina konfêransa yekrêzî û yekhelwêstîya kurd li Sûrîyayê kar kirin. Serkeftina konfêransê li hemûyan pîroz dikim ku cîhê kêfxweşîyeke mezin e û dilê gelê Kurdistanê li hemû cîhan xweş kir”.
Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Hêvîdar im bibe sedema xurtkirina yekrêzî û yekhelwêstîya kurd ku tenê rîya mîsogerkirina mafên kurdan e li Sûrîyayê. Em hemû piştgirî û alîkarîya xwe ji bo van hewlên dilsoz û ji bo mafên rewa yên kurdan û hemû pêkhateyan, herwiha ji bo aramî û tenahî û aşîtîyê li Sûrîyayê û herêmê dubare dikin”.
Bi beşdarîya nêzîkî 50 partîyên siyasî yên kurd û sazîyên civaka sîvîl yên Rojavayê Kurdistanê, 26 ê nîsana sala 2025 a konfêransa yekhelwesta kurd li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin.
Di daxuyanîya dawî ya konfêrnasê de jî hatîye gotin: “Beşdarên konfêransê “dîtina hevbeş ya kurd” wek belgeyeke bingehîn pejirandin. Ev dîtin îradeya kolêktîv ya kurdan nîşan dide û rêyek rastîn ji bo çareserîyeke dadperwer û berfireh ya pirsgirêka kurd di çarçoveya Sûrîyake yekgirtî de pêşnîyar dike.
Herwiha konfêransê biryar da ku di zûtirîn dem de şandeyek hevbeş ji partîyên sîyasî yên kurd yên li Rojavayê Kurdistanê bê avakirin, da ku li ser bingeha têgihîştin û nêrîna hevpar ya ku di konfêransê de derketiye, li Şamê danûstandinan bi rayedarên heyî yên Sûrîyayê re bikin.







