
Ez di wê bawerîyê de me ku serok Elîyêv gelek hewl daye ku li seranserê cîhanê wêneyeke dewletparêz, aştîxwaz û rêberê dîyaloga olan biefirîne. Di rastîyê de, ew dîktatore ku ji sala 2003 a vir ve bi kulmeke hesinî hukum dike. Ev yek 29 ê nîsanê, di dema rûniştina komîsyona mafên mirovan ya kongrêsa amêrîkî Tom Lantos ji hêla şêwirmendê hiqûqî yê navneteweyî yê Rûbên Vardanyan,ji alîyê Carêd Gênsêr ve hatîye ragîhandin.
“Ne hewce ye ku hûn ji gotinên min bawer bikin. Nirxandinên serbixwe yên serkirdayetîya wî nikarin rexnegirtir bin.Carêd Gênsêr tekez kirîye: “Li gorî rapora azadîya cîhanê ya sala 2025 a ya Freedom House ê, Adirbêcanê 100-77 qal wergirtîye, ku di navbera Afganistanê û Bêlarûsê de cîh digire”.
Aktîvîstê mafên mirovan bi bîr xist ku herî dawî di sibata sala 2024 a de Elîyêv di hilbijartinên ku gelek hatin rexnekirin û ne azad û ne jî edil hatin dîtin careke din hat hilbijartin.
“Her weha, li gorî yekîtîya azadîya girtîyên sîyasî, niha li Adirbêcanê 357 girtîyên sîyasî hene, û ev yek ermenî jî nagire nav xwe… Di îndêksa têgihîştina gendelîyê de, Transparency International di nav 200 welatên cîhanê de Adirbêcan di rêza 154 a de cîh girtîye. Carêd Gênsêr destnîşan kirîye ku rêxistina rojnamegerên sînornenas di warê azadîya çapemenîyê de Adirbêcan di nav 180 welatên cîhanê de di rêza 164 a de cîh girtîye.
Ewî bal kişand ser wê yekê ku îro ne tenê 15 girtîyên ermenî di destê Adirbêcanê de ne, belkî hejmarek ji girtîyên sîyasî yên din jî di dema şerên berê de hatine revandin.
Li gorî Gênsêr, ne ecêb e ku piştî konfêransa avhewayê COP 29 di mijdara borî de, Elîyêv tenê hêza xwe xurt kir û di wê bawerîyê de bû ku bala cîhanê li ser nakokîyên Ûkraînayê, Gazayê û welatên din bûn.
Gênsêr tekez kirîye: “Lê belê, îro divê em hemî pê ewle bin ku ev yek pêk neyê”.







