SerekeSîyasî

Komkujiya Dêrsimê – 88 sal in ji Çemê Munzûrê xwîn diherike

Komara Tirkîyayê li Dêrsima Bakurê Kurdistanê berî 88 salan komkujiyeke mezin kir û bi deh hezaran kurd qir kirin.
Kurdan li Dêrsimê bi rêberiya Seyîd Riza dest bi şoreş û serhildanê kiribû.
Di ser komkujiya Dêrsimê re ku biryara wê 4 ê gulana sala 1937 a li parlamêntoya Tirkîyayê hatibû dayîn 88 sal derbas bûne.
Roja 4 ê gulana sala 1937 a bi destê desthilata wê demê ya Tirkîyayê, CHP yê li parlamêntoya Tirkîyayê biryara “Tevgera sirgûnkirina Dêrsimê” (Tuncêli Tenkil Harekati) hat dayîn û di çarçoveya wê biryarê de komkujîya Dêrsimê hat kirin.
Roja 4 ê gulanê wek salvegera komkujîya Dêrsimê tê qebûlkirin û her sal li bajarên Tirkîyayê, Bakurê Kurdistanê û Avropayê çalakiyên bibîranînê tên kirin.
Li gorî amarên fermî, di komkujiya Dêrsimê de ku heta dawiya sala 1938 a berdewam kir 13 160 kurd hatin kuştin û 11 818 kes jî hatin sirgûnkirin.
Seyîd Riza û hejmarek kesayetên navdar yên Dêrsimê 15 ê çiriya paşn ya sala 1937 a li Xarpêtê hatin bidarvekirin lê hejmara kuştîya, sirgûnîya û gundên hatin wêrankirin ji amarên fermî gelekî zêdetir e.
Belgefîlma ji devê kesên bûne şahidên komkujiya Dêrsimê “Domane 38” di Rûdaw TV ê de hatîye weşandin.
Belgefîlma “Domane 38” ku ji alîyê rojnameger û nûçegihanê Rûdaw ê Alî Haydar Gozlu ve di nav 6 mehan de hatîye girtin, yek ji belgefîlmên Rûdaw ê yên gelekî girîng e.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button