
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 28 ê gulanê denê êvarê pêwendîyeke têlêfonî ji wezîrê Amerîkayêyî karên der Amerîkayê Marko Rûbîo, wergirt.
Di pêwendîyê de, her du alîyan teqezî li ser pêşxistina pêwendîyên stratêjîk yên di navbera Amêrîkayê û Herêma Kurdistanê de kirin. Herwiha, behsa hevkarîya di warê aborî û ênêrjîyê de û girîngîya berdewamîya hemahengîya di navbera wan de ji bo piştgirîya seqamgîrî û aramîya li Îraqê, Sûrîyayê û herêmê bi giştî kirin.
Birêz wezîrê Amêrîkaêyî karên der spasîya serok Nêçîrvan Barzanî kirîye ji bo rol û hewlên wî yên di çareserkirina pirsgirêkên di navbera hukumeta Fêdêral ya Îraqê û hukumeta Herêma Kurdistanê de bi rêya lihevtêgihiştin û gotûbêjên avakar.
Birêz Rûbîo teqez kirîye ku piştovanîya Amêrîkayê ji bo Herêma Kurdistanê, wek bingeheke sereke ya pêwendîya stratêjîk ya Amêrîkayê li gel Îraqê dimîne. Di beramber de, serok Nêçîrvan Barzanî, spast û pêzanîna xwe ji bo piştevanîya Amêrîkayê ji Îraqê û Herêma Kurdistanê re tekez kirîye.







