
Serokê hukumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevxemîya xwe ji bo wexera dawîyê ya hunermendê şêwekar Qerenî Cemîl ji binemal û kesûkarên wî re diyar dike û dibêje: “Windakirina hunermend Qerenî Cemîl ji bo hunera şêwekariyê zirareke mezin e”.
Ev jî tekista wê behînameyê ye:
Ez bi germî serexweşîyê li binemal û kesûkar û hevalên hunermendê şêwekar yê navdar yê Kurdistanê Qerenî Cemîl dikim û ez hevparê xema wan im.
Seydayê Qerenî Cemîl şêwekarekî dahêner û xwedî ezmûn ê Kurdistanê bû. Windakirina wî ji bo hunera şêwekarî ya kurdî zirareke mezin e. Xudayê mezin canê wî bi bihuştê şa bike û sebir û hedarê bide binemal, kesûkar, heval û nasên wî.







