H’emû nûçeSereke

Li Syûnîkê hejmara hatina welatîyên Îranê zêde nebûye

Heya niha li ser sînorê Ermenîstanê û Îranê û li herêma Syûnîkê hatina welatîyên Komara Îslamî ya Îranê zêde nebûye.Derheqa wê yekêda qaymeqayma Syûnîkê agahî da Factor.am ê.

Avahîyên girêdayî herêma Syûnîkê ku hevsînorê Îranê ye jî amaje bi wê yekê kirîye ku çûyîn û hatina welatîyên Îranê her tim aktîv bûye û ji ber wê jî li gorî rêveberîya herêmê tu tevgerên ne asayî tunene.

Bîr bînin ku Îsrayêlê  13 ê hezîranê  êrîşî Îranê kirîye û tesîsên  atomî, binesazîya leşkerî û ênêrjîyê kirîye hedef. Di êrîşan de pêrsonalên leşkerî yên payabilind, zanyarên  atomî û sîvîl hatine kuştin. Îranê jî bersiva êrîşan li ser axa Îsrayêlê daye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button