SerekeSîyasî

Li Herêma Kurdistanê 13  592 kes bûne qurbanîyên mînan

Mînên ku di dema şerê heşyt salî yê Îran-Îraqê de (salên 1980-1988 a) hatine çandin, piştî deh salan jî li Herêma Kurdistanê wek gefeke mezin li ser jîyana welatîyan dimînin. Ji þoriþa sala 1991 ê heta îro, 13 592 kes ji ber teqîna mînan bûne qurbanî. piranîya wan kêmendam bûne û hejmareke din jî jîyana xwe ji dest dane.

Çîroka bi êş ya gundê Rayetê

Li devera Hacî Omeranê, çîroka gundê Rayetê trajedîyê bi awayekî berbiçav nîşan dide. Li gund, cotkarek ji ber mînên di zevîya wî de hatine çandin, ev 45 sal in ku nikare axa xwe biçîne. Heman zevî bûye sedema birîndarbûna şeş kesan ku niha wek kesên xwedî pêdivîyên taybet jîyana xwe didomînin.

Muxtarê gundê Rayetê Nîhad Hemze ji K24 ê re dîyar kirîye: “Ev çend sal in em bi rêya nivîsên fermî daxwaz dikin ku ev herêm ji mînan bê paqijkirin. Kanala avdanê ya ji gundê Alan tê, di vê zevîya berhemdar de ye, di nava vê zevîya bi mîn de derbaz dibe. Em neçar in her sal wê kanlê paqij bikin, heger na em nikarin avê bigihînin zevîyên xwe yên çandinîyê”.

Xebatên paqijkirinê berdewam in

Dezgeha giştî ya kar û barên mînan ya li Hewlêrê, bi berdewamî hewl dide zevîyên bi mîn paqij bike. Niha tîmeke dezgehê li gundê Rayetê di nav zevîyeke bi rûberê 205  697 çarparsû de dixebite.

Serperîştyarê tîma rakirina mînan Dilşar Resûl ragîhandîye, mînên li herêmê ji cûreyên “M14” û “NUMBER4” in û ew bi du rêbazan xebatên xwe dimeşînin, ku yek jê kolana tam ya zevîyê ye.

Balekayetî, herêma herî bi metirsî ye

Li gor amarên dezgeha giştî ya kar û barên mînan, li ser asta parêzgeha Hewlêr û îdareya serbixwe ya Soranê, devera Balekayetîyê di rêza yekem de ye ji alîyê zêdebûna hejmara mînên çandî ve. Li ser asta Herêma Kurdistanê jî, piştî Pêncwînê di rêza duyem de ye. Ev amar radixe ber çavan ku mîrasa şer piştî bi dehan salan jî hîn li Kurdistanê can distîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button